PoliticsTop

Axaftina Serokwezîr Nîkol Paşînyan a di Civîna Konseya Navdewletî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de

Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ji bo avakirina qadeke aborî ya hevpar, dikeve qonaxa ku potansiyela xwe ya entegrasyonê kifş bike. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan roja sêşemê di rûniştina Civîna Konseya Navdewletî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de.

Li gorî wî, welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ew girînge ji bo mezinbûna aborî ya domdar, ji bo bandorkirina berjewendiyên xwe yên aborî di qada navneteweyî de.

Paşînyan diyaloga ji bo ku di bazirganiya hevpar de astengiyên heyî ji holê rakin dît.

“Xewat a salên dawî nîşan dide, ku piraniya astengiyên ku karsazî pê re rû bi rû ne, encama nebûna qanunên yekreng ên xebatê ne. Tenê diyalog, vekirî û zelal buîn dikare di vê mijarê de dînamîkên erênî nîşan bide”: got serokwezîr.

Serokwezîrê Ermenîstanê jî girîngiyeke taybetî da teknolojiyên nûjen.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan destnîşan kir,ku di çarçoveya kêşeyên aborî yên nûjen de yek ji mijarên herî girîng jî dabînkirina ewlekariya xwarinê ya welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ye.

Paşînyan wiha got: “Niha ji ber sedemên objektîf, li ser peydakirina hin cureyên berhemên çandiniyê di bazara giştî ya çandiniyê de astengî hene, ku dibe ku bandorek neyînî li ser xebatên çandiniyê yên domdar li welatên me bike, bi giştî li ser dabînkirina erzaqê ya Yekîtiyê”.

Li gorî wî, divê welatên endamên Yekîtiyê li ser bingeheke kolektîf li hember metirsiyan bisekinin û îhtîmala kêmbûna xwarinê kêm bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button