
Şîrketa cîhanî ya eBay kar û barên xwe yên li Tirkiyeyê ku di sala 2011an de vekiribû, diqetîne.
“Şirket bi rêkûpêk karûbarên karsaziya xwe li çaraliyê cîhanê dinirxîne û ev biryara dijwar lê stratejîk daye,” daxuyaniyêda tê gotinê.
EBay her weha got ku ew ê bi kiryaran û firoşkaran re bixebite da ku ji wan re bibe alîkar ku platformê rêve bibin û dê paşê hûrguliyên bêtir belav bike.
EBay dibêje: “Ji îro pê ve dê firoşkar êdî nikaribin hilberên nû navnîş bikin û ji 18ê Tîrmehê pê ve dê kiryar nikaribin kirînên nû bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku li gorî aborînas û pisporên din, li Tirkiyê qeyranek aborî tê pêşbînîkirin ku ev yek jî kêmbûna bilez a diravê welat îsbat dike.