All NewsTop

Rêjeya bazirganiya di navbera Rûsya û Ermenistanê de ji sedî 30 zêde bûye. Mîşûstîn

Servîsa çapemeniyê ya Serokwezîrê Ermenîstanê ragihand ku Serokwezîrê Fêdêrasyona Rûsyayê Mîxaîl Mîşûstîn gotîe. Li gorî encamên meha Çile-Nîsanê ya îsal di navbera Ermenistan û Rûsyayê de, bazirganiya hevbeş ji sedî 30 zêde bûye û ji 890 mîlyon dolarî derbas bûîe.

Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîrê Ermenîstanê ragihand ku Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Mîxaîl Mîşûstîn  li Mînskê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re hevdîtin pêk anîbû.

“Rûsya hevkarê sereke yê bazirganiya derve yê Ermenistanê ye, sermayedarê aboriya Ermenistanê ye. Di warê bazirganiyê de, ez difikirim ku hîn jî cîhê mezinbûnê heye. Mishustin got, “Hecma sermaya Rûsyayê di aboriya Ermenîstanê de ji 2 milyar dolarî zêdetir e. Li vir derfetên mezinbûnê hene û wê mimkun be ku veberhênerên rûs veberhênanên xwe li Ermenistanê berfireh bikin.”

Li gorî wî, li Ermenîstanê di warên neft û gaz, veguhestin, teknolojiyên dîjîtal û yên din de şîrketên mezin ên navxweyî hene. Rûsya hêvî dike ku hikûmeta Ermenîstanê berdewam be ji bo afirandina şert û mercên guncan ji bo şirketên rûsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button