PoliticsTop

Em eleqedar in ku rewşa Ermenîstanê bi îstîqrar be û garantiya pêşveçûnê bike: Pûtîn

Serokê Komara Ermenîstanê Vahagin Xaçaturyan, ku di serdaneke xebatê de li Sankt Pêtêrburgeyê, bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinek pek anî kir.

Serokê Rûsyayê diyar kir: “Ez ji bo hevdîtin u naskirina we gelek kêfxweş im

Ev 25 sale em vê çalakiyê derbas dikin. Ew ji bo welatê me, Rûsyayê, bûye rêberek. Ez hêvî dikim, ku hevkarên me re jî.

“Ermenistan ne tenê hevkarê me ye, hevalbendê me yê stratejîk e, em vê yekê teqdîr dikin. Tiştê ku îro li Ermenîstanê, li derdora Ermenîstanê diqewime em fam dikin. Em bi biryar in ku hevkariya xwe pêş bixin. Em eleqedar in ku rewşa welêt bi îstîqrar be û geşepêdanê garantî bike.

Ez hêvî dikim ku civîna me ya îro jî bibe alîkarê vê yekê.

Ji ber vê yekê, ez bi dîtina we kêfxweş im. Bi xêr hatin”.

Serok Xaçaturyan bi taybetî diyar kir. “Ez demek dirêj berê li Sankt Pêtêrburgêbume. Di salên Yekîtiya Sovyetê de ez gelek geriyame li vir. Ev derfetek e ku em bibînim ku bajar çawa hatyê guhartin û ez dikarim wekî şaredarê berê yê Êrîvanê nirxandinekê bikim û bêjim ku bajar bi rastî pir xweş, pir temîz, pir xweşik xuya dike.

” Di derbarê konferansa Pêtêrburgê de, ev cara yekem e ku ez beşdar dibim. Lê wekî aborînas, min her gav pêvajoyê şopandiye u ew girîng nirxandiye, ji ber ku ji aliyê aborî ve nîqaşên gelek balkêş tên kirin. Spas ji bo vexwendinê.

Gelê Ermenîstanê hewldanên we yên ji bo çareseriya pirsgirêka Qerebaxê bi nirx dibînin. Ez dikarim bibêjim ku hewldanên we yên ji bo bidawîkirina şer ne tenê ji aliyê min ve, ji aliyê gelê Ermenîstanê ve jî tê nirxandin. Pir girîng bû, ku şer bihata sekinandin. Ji bo me pir girîng e ku lihevkirinên ku hatine kirin werin şopandin.

Ez hewce nakim, ku behsa dostaniya me ya dîrokî bikim, ji ber ku dema têkilî biratî bin, ne hewce ye ku mirov bibêje tu birayekî baş î yan jî tu birayekî xerab î.

Ez di wê baweriyê de me ku têkiliyên me wê di pêşerojê de hê pêş bikevin. Divê em piştgiriyê bidin wê”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button