CultureTop

Di çarçoveya Festîvala Fîlman Navneteweyî “Golden Apricot” 19 de wê nêzî 100 fîlm bên nîşandan

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Êrîvanê “Golden Apricot” îsal di navbera 10-17 Tîrmehê de tê derbaskirin, Îsal jî di çarçoveya vê festîvala navneteweyî de, fîlmên pêşbirkê yên ji welatên cuda yên cîhanê , her wiha fîlmên ji festîvalên fîlman ên herî bi prestîj tên nîşandan.

Di çarçoveya Festîvalê de di çarçoveya bernameyên cuda de wê nêzî 100 fîlm bên nîşandan.Di çarçoveya bernameya “Pêremêrên Êrîvanê ” de wê fîlmên ji festîvalên Cannes, Berlîn û festîvalên navneteweyî pêşkêşî temaşevanên Êrîvanê bên kirin.

Di festîvalê de wê sê bernameyên pêşbirkê hebin. Senarîstê îrlandî yê xelatgirê Oscarê, derhêner Terrî Corc serokê jûriyê yê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Êrîvanê “Golden Apricot” e.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Êrîvanê “Golden Apricot” 19 wê bi fîlmê “Amerîkî” yê Mayqil Gyurcyan dest pê bike. Merasîma vekirina fermî ya festîvalê wê di 10’ê Tîrmehê de li Salona Konserê ya Aram Xaçaturyan pêk were. Festîval wê vê carê jî di 17’ê Tîrmehê de li Salona Konserê ya Aram Xaçaturyan bi fîlmê Garîn Hovhannisyan bi navê “Komara nedîtî” bi dawî bibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button