PoliticsTop

Amerîka grîng dibne berfirehkirin û xurtkirina hevkariya bi Ermenîstanê re: Kêrin Donfrîd

Serokwezîr Nîkol Paşînyan alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewropa û Ewrasyayê Kêrin Donfrîd re hevdîtinek pêk ani.

Serokwezîr grîng nirxand geşepêdan û berfirehkirina peywendiyên ermenî û Amerîkayê û da zanîn ku serdana xKêrin Donfrîd derfetek e ji bo gotûbêjkirina mijarên di rojeva dualî de. Nîkol Paşînyan piştgirîya Amerîka ya ji bo pêşvebirina bi bandor a reformên demokratîk di hikûmeta Komara Ermenîstanê de bilind nirxand û got ku pêşxistina demokrasiyê yek ji girîngtirîn pêşnîyarên hikûmetê ye.

Li gorî Kêrin Donfrîd, rêveberiya Amerîkayê berfirehkirin û xurtkirina hevkariyê bi Ermenîstanê re di warên cuda de grîng dibne, ji ber vê yekê, ji bo pêşxistina saziyên demokratîk li Ermenîstanê wê piştgirî berdewam be.

Alyên her wiha behsa pêvajoyên li herêma Kafkasya Başûr, çareseriya pirsgirêka Qerebaxê jî kirin.

Serokwezîr bal kişand ser girîngiya xurtkirina aştiyê li herêmê. Nîkol Paşînyan herwiha tekezî li ser pêwîstiya bersiveke guncaw ji aliyê civaka navdewletî li hember daxuyanî û kiryarên provokatîf ên ku aramiya navçê têk dibin, bê dayîn. Di heman demê de, Nîkol Paşînyan tekezî li ser rola serekî ya Amerîka weke hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button