PoliticsTop

Aliyên sereke yên pevçûnê nehatine çareserkirin. Balyozxaneya Amerîkî

Radar Ermenîstanê van rojan daxwaznameyek ji balyozxaneyên Amerîka, Fransa û Rûsyayê re, welatên hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE li Ermenîstanê, şandibû û ji wan xwestibû ku nêrîna xwe li ser rewşa niha ya pirsa Qerebaxê pêşkêş bikin. Heya niha tenê bersivên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ermenîstanê gihîştine me. Balyozxaneyên Fransa û Rûsyayê yên li Ermenîstanê hêj bersiv nedane lêpirsîna me.

Ji ber vê yekê, Radar Ermenîstanê ji Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî pirsî, gelo ew karê hevserokên Koma Mînskê ya OSCE-yê çawa dihesibînin, eger ew bi rastî ji ber nakokiyên Rûsya û Ukrayna nexebite.

Bersiva balyozxaneya Amerîkayê: “Amerîka hewl dide ku tevkariyê li geşepêdana erênî ya aştiyê li Kafkasya Başûr bike.

“Amerîka, bi tevlêbûna di çarçoveyek dualî de, ku wekî hevserokê Koma Mînskê ya OSCE-yê jî di nav de ye, pêbend e ku di çareserkirina hemî pirsgirêkên hilawîstî de alîkariya Ermenîstanê û Azerbeycanê bike.”

Radar Ermenîstanê pirs da, ku Azerbaycan dixwaze di ser Ermenîstanê re heta Naxîçewanê rêyek hebe u ev pirs, pirsa Qerebaxê ve girêdayî dide. Helwesta balyozxaneyê li ser wê mijarê çi ye?

“Pêdivî ye ku gelek pirsgirêk werin çareser kirin, di nav de pirsgirêkên ku bi rêyên veguhestina herêmî ve girêdayî ne. Amerîka pêşwaziya tevlêbûna avaker a nûnerên Ermenistan û Azerbeycanê di van mijaran û mijarên din de dike”: ji balyozxaneyê bersiv dan.

Balyozxaneyê di bersiva pirsa rewşa paşerojê ya Qerebaxê de wiha got: “Alîyên sereke yên pevçûnê nehatine çareserkirin, statuya Qerebaxê jî tê de”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button