SportTop

UEFA ji bo avakirina stadyum û binesaziya li Ermenîstanê wê piştgiriya xwe bidomîne: Nîkol Paşînyan Alêxander Çefêrîn qebûl kir

Serokwezîre Ermenîstanê Nîkol Paşînyan Seroke UEFAye Alêxander Çefêrîn ku ji bo beşdarbuna 30 saliya Federasyona Futbole ya Ermenistane hatibu welete me, qebûl kir.

Serokwezîr behsa bernameyen ku bi desteka UEFAye li Ermenîstanê ji bo peşxistina futbole ye, kir u diyar kir ku Hikumeta Komara Ermenîstane hevkariyen di navbera UEFA u FFA da grîng dibîne.

Nîkol Paşînyan bal kişand ser girîngiya projeyên ji bo başkirina binesaziya futbolê ya li Êrîvanê û herêman, ku tevkariyê li populerbûna futbol û werzîşê dikin. Serokwezîr bal kişand ser rola futbolê, ku ne tenê rola civakî, lê di heman demê de aliyên girîng ên perwerdehî û derûnî jî hene.

Alêxander Çefêrîn careke din 30 saliya FFAyê pîroz kir û destnîşan kir ku UEFA dê bi awayekî aktîf piştgiriya geşepêdana futbolê li Ermenîstanê bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button