TopWorld

Li Iraqê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de zarokekî Êzidî hat kuştin

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku roja Çarşemê, 15ê hezîranê di encama êrişa balafirên Tirkiyê de li parêzgeha Şingalê ya bakurê Iraqê zarokek hat kuştin.

Navenda hindikahiyên êzdî yên Iraqê Şengal gelek caran dibe hedefa êrîşên hewayî yên dewleta Tirk. Tirkiye vê yekê weke êrîşa li dijî baregehên PKK’ê şîrove dike. Êrîş li avahiya şaredariya Sinûnê qêt ( nêzîkî sînorê Sûriyê).

Rayedarekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, “Zarokek 12 salî hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.”

Çavkaniyekî din eşkere kir ku di êrîşa li dijî baregeha Êzidiyan a Hêza Parastina Êzidxanê de 2 welatiyên sivîl hatnê kuştin. Her du çavkanî îdia dikin, ku êrîş ji aliyê hêzên hewayî yên Tirkiyê ve hatiye kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button