PoliticsTop

Ermenîstan ji bo berdewamkirina rêya demokratîk e: Serokwezîr ji Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê re

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîa Peyçînovîç Burîç û heyeta pê re qebûl kir.

Serokwezîr bi xêrhatina serdana Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê kir, Serokwezîr diyar kir ku Ermenistan wek welatekî endamê Konseya Ewropayê bi berdewamkirina rêya demokratîk, xurtkirina hevkariyê di pêvajoya parastina mafên mirovan û pêşxistina demokrasî û avakirina dadgeheke serbixwe.

Marîa Peyçînovîç Burîç da zanîn ku Konseya Ewropayê hevkariya bi Ermenîstanê re girîng dibîne û armanca serdanê wê hîn xurtirkirina wê ye. Wî pêşwaziya reformên demoqratîk ên li Ermenîstanê kir, yên ku Ermenîstan di reya wan de pêşkeftinên berbiçav çêdike.

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasiya navxweyî û derve ya Ermenîstanê û pirsên ewlekarî yên navçeyî û navnetewî de nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button