
Malpera FFA ragihand ku Serokê FIFA Cîanîn Înfantîno û Serokê UEFA Alexander Çêfefrîn wê serdana Ermenîstanê bikin.
Ew ê beşdarî çalakiyên ku ji bo 30 saliya Federasyona Futbolê ya Ermenîstanê bibin, ku di navbera 15-16 Hezîranê de tên derbaskirin.
Li qada piçûk a Tsovagyuxê 20×40 dê maçek pêşandanek pêk were, ku wê Fêrnando Îêron, Dêvîd Cêyms, Kaxa Kaladzê, Lêvan Kobîaşvîlî, Yura Movsîsyan, Roman Bêrezovskî, Yurî Corkaêf, Êdgar Manuçaryan, Razmîk Grîgoryan û lîstikvanên din ên futbolê yên navdar beşdar bibin.
Înfantîno û Çêfefrîn jî wê beşdarî civînê bibin.