PoliticsTop

Di encama vê serdanê de hevkariya bi Ermenîstanê re wê bigihêje asteke nû: Serokwezîrê Dewleta Qeterê

Serokwezîrê ErmenîstanêNîkol Paşînyan, ku bi serdaneke fermî li Dohayê ye, bi Serokwezîrê Dewleta Qeterê, Wezîrê Karên Hundir Şêx Xalîd Bîn Xelîfe Bîn Ebdulezîz Tanî re hevdîtin kir.

Pêşî merasîma pêşwazîkirina fermî pêk hat, di dema ku sirûdên dewletê yên Komara Ermenistanê u Dewleta Qeterê hatin lêxistin, piştre serokên hikûmetên her du welatan bixêrhatina endamên heyetan kirin.

Di hevdîtinê de serokwezîrê Dewleta Qeterê serdana fermî ya serokwezîrê Ermenistanê grîng nirxand , tekez li ser pêwîstiya hevkariyên piralî di navbera her du welatên dost de kir. Şêx Xalîd Bîn Xelîfe Bîn Ebdulezîz Tanî da zanîn ku di encama vê serdanê de hevkariya di navbera hikûmetên Ermenîstan û Qeterê de wê bigihêje asteke nû.

Serokwezîr Paşînyan diyar kir ku diyaloga siyasî ya di navbera Ermenistan û Qeterê de di asteke bilind de ye. Serokwezîr bal kişand ser geşepêdan û kûrkirina peywendiyên bazirganiyê, û nûnerên civaka karsaziya Qeterê vexwend Ermenistanê, da ku li ser derfet û perspektîfên bernameyên veberhênanê yên hevbeş bi hevtayên Ermenistanê re gotûbêj bikin.

Nîkol Paşînyan û Şêx Xalîd Bîn Xelîfe Bîn Ebdulezîz Tanî gelek mijarên girêdayî pêşxistina hevkariyê di warên aborî de, bi taybetî teknolojiyên agahdariyê, çandinî, binesaziya veguhestinê, bazirganî, ragihandina esmanî, geştiyariyê gotûbêj kirin. Derfetên hevkariyê yên di warê perwerdeyê de jî di nav de pevguhertina xwendekaran, zanistî, tenduristî û çandî de hatin gotûbêjkirin.

Di encama hevdîtinê de, bi amadebûna serokwezîrên Ermenîstan û Qeterê, di navbera her du welatan de çend belge hatin îmzekirin. Bi taybetî, di navbera Wezaretên Karên Derve yên Ermenîstanê û Qeterê, li ser derbaskirina şêwirên siyasî memorandumek lihevkirinê hate îmzekirin. Peymanek hate îmze kirin, ku paytext Erîvan û Doha bajarên xwişk hatin ragihandin. Di navbera Ermenîstanê u Qeterê de peymana hevkariya di warê perwerde, xwendina bilind û lêkolîna zanistî, peymanek li ser hevkariya di warê tenduristiyê de hate îmzekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button