CultureSocietyTop

Beşdarên pêşbirka Miss HDS’ê ji bo qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan li Tsitsernakaberdê rêz girtin

Pêşbirka bedewiyê ya navneteweyî “Miss HDS (Hevpeymaniya Dewletên Serbixwe)” wê 17ê Hezîranê de li Kompleksa Sporê û Konserê ya sêr naw Karen Demirçyan bê derbaskirin. Ji 3’ê Hezîranê ve 22 keç ji 16 welatan li Êrîvanê ne.

Ji bilî amadekirina pêşbirkê, keç diçin serdana cihên balkêş ên Ermenîstanê dikin. Beriya niha li Sêvanavank, Garnî, Gexard, Noravank, Xor Vîrap û cihên din geriyan. Organîzatorên pêşbirkê hewl didin beşdarên pêşbirkê bi dîroka Ermenîstanê bidin naskirin.

Serdana herî girîng a ku di bernameyê de hat pêşbînîkirin, serdana Tîsirnekaberdê bû. Keçan ji bo bîranîna qurbaniyên Jenosîdê rêz girtin.

Damezrînerê pêşbirkê Naîrî Mnatsakanyan destnîşan kir, ku organîzekirina projeyên weha mezin li Ermenîstanê ne tenê geşepêdana turîzmê dike, lê di heman demê de mijarên sereke ji bo Ermenistanê bi rêya beşdarên ji welatên din radike.

“Serdana Tîsirnekaberdê di lîsteya serdanên mecbûrî de bû. Me ji berê de çîrok pêşkêşî keçan kiribû. Her kes bi dilxwazî, bi kincên klasîk u rêş hatin, ji ber ku baş fêm dikirin diçin ku derê. Armanca me ne tenê ev e ku em li Ermenîstanê pêşbirkek bedewiyê organîze bikin, di heman demê de bi pêşbirkek navneteweyî ve mijarên ku ji bo Ermenîstanê girîng in ragihînin. Ger bûyerek mezin çêbibe, divê em firsendê bikar bînin da ku mijarên weha girîng ragihînin,” derhênerê pêşbirkê Rubîna Grîգoryan zêde kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button