
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan wê di navbera 14-15 Hezîranê de bi serdaneke fermî Bulgarîstanê bike.
Li gor daxuyaniya ku ji “Armenpress”ê hat dayîn, di çarçoveya serdanê de Ararat Mîrzoyan wê bi Serokomarê Bulgarîstanê, Serokwezîr, Serokê Meclisa Neteweyî û Wezîrê Karên Derva re hevdîtinan pêk bîne.
Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Bulgarîstanê piştî hevdîtinê wê daxuyaniye bidin çapemeniyê.