Top

Sirîya leca “Mîss T’DS-2022”-ye bedewîyêye ort’emiletîyêye xitimkirinê- 17-ê meha h’ezîranê- R’ewanêda

17-ê meha h’ezîranê s’h’eta 21-ê ösûla ser navt Karên Dêmîrç’yane sportkonsêrtada sirîya leca “Mîss T’DS-2022”-ye ort’emiltîyêye bedewyêye xitimkirinê wê biqewime, k’îjan Ermenîstanêda cara döda tê derbazkirinê. Seva t’evbûna li lecê 25 k’awê 18-25 salî ne kö t’enê ij cêrge welatê T’DS, lê isa jî Avropa R’ohlatê wê li Ermenîstanê biqesidin. Ewê 15 r’oja Ermenîstanêda wê bimînin, wexta k’îjanê serdanê li warê welête baþqe-baþqeye t’arîxmedenyetî wê bêne t’eþkîlkirinê. Ÿvarîyê Avêt Barsêg’yan û Katya Gûsêva wê bimeþînin. Bi  qedandinê k’aw Kamo Sêyranyan û Îvêta Mûkûçyan, lê isa jî k’omê r’eqasêye naskirîye ij welatê T’DS hatî wexta vekirina kêrê wê pêþda bên. T’eþkîldarê lecê binxetdikin, wekî Ermenîstanêda derbazkirina lecê wê k’omekê bide naskirina welêt û zêdebûna seyremîþbûnê, k’îjanê jî seva malhebûnê û warê din derecê t’eze veke. Serê sêrîda hatbû têr’adîtinê, wekî lecê têatra opêrayê û balêtêye akadêmîyêye ser navê Al. Spêndîaryanda bê derbazkirinê, lê bi h’esavhildana r’eqema mêvana, t’emaþeçîya- hatîye qirarkirinê lecê cîgöhêzî ösûla sportkonsêrtaye ser navê K. Dêmîrç’yankin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button