All NewsTop

Rojeva Civîna Lijneya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ku li Êrîvanê bê lidarxistin diyar bûe

Di civîna asayî ya Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de mijara ewlekariya navneteweyî û herêmî û bandora wê ya li ser ewlekariya welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf dê were nîqaşkirin.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev di peyama ku ji hêla Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ve hatî belav kirin de tê gotin.

Civîna Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a ku wê di 10’ê Hezîranê de li Êrîvanê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan pêk were, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf Stanîslav Zas jî wê beşdar bibe.

Endamên Lijneya Wezîrên Karên Derva dê der barê xebatên ku ji aliyê Serfermandariya Hevbeş a Sekreteriyaya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ve ji bo başkirina berteka krîzê ya rêxistinê di rastiyên jeopolîtîk ên heyî de tê kirin, agahdar bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button