All NewsTop

Wezîrê Karên Derve bal kişand ser xebatên ku di platformên navneteweyî de di mijara vegerandina girtiyan de tên kirin

Mijara vegerandina hsîrên Ermenî yên ku bi awayekî neqanûnî li Azerbaycanê hatine girtin, par jî li platformên curbicur ên navneteweyî hat bilindkirin û sazî û dezgehên navneteweyî yên curbicur bi daxuyaniyekê daxwaza vegerandina esîran kirin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, xebatên ku hatine kirin ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ve li Meclîsa Neteweyî hatin pêşkêşkirin.

“Ji bo serbestberdana girtiyên ermenî yên ku bi qaçaxî li Azerbeycanê girtî ne, sivîl, rayedarên payebilind ên navneteweyî, serokên dewletan, şêwirmend, rêxistinên mafên mirovan û pisporan xebat berdewam dkirin.”

Mîrzoyan her wiha bi bîr xist ku di encama serdana Ermenîstan û Qerebaxê de Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan raporek weşand û tê de daxuyaniyên zelal der barê îşkencekirina girtiyên Ermenî de weke sûcê şer binav kir. Rêxistina mafên mirovan Freedom House jî li ser mijara vegerandina dîlên Ermenî rawestiya. “Di 20’ê Gulanê de Parlamentoya Ewropayê bi dengê 607 endaman biryarek derxist û xwest demildest êsîrên Ermenî bên berdan û vegerin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button