All NewsTop

Li navçeya Şêxan bahoz bû sedema mirina xortekî

Ji ber pêla ba û bahoza vê êvarê ya li navçeya Şêxan û nahiya Baedrê, li Kampa Mam Reşan blokek li ser xortekî ket û xortê 25 salî canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê ragihand, Hamîd Hemê Zêndînî yê 25 salî li Kampa Mam Reşan dema dikana xwe digirt, ji ber bahozê blokek ket serê wî.

Peyamnêrê me eşkere kir, xortê 25 salî beriya ku li kampê niştecî bibe, di dema êrîşa DAIŞê bo ser navçeya Şingalê û derdora wê de, li nahiya Til Uzêr a başûrê Şingalê niştecî bû.

Vê êvarê pêleke ba û bahoz û tozbarînê li navçeya Şêxan û nahiya Baedrê girtiye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button