PoliticsTop

Wezîrê Dewletê yê Artsaxê diyar kir ku divê diyaloga li ser çareseriya Qerebaxê nebe beşek ji têkiliyên aloz ên di navbera Rojava û Rûsyayê de

Rayedarên Artsaxê di wê baweriyê de ne ku divê Yekîtiya Ewropa beşdarî çareseriya pirsgirêka Qerebaxê nebe. Wezîrê Dewletê yê Artsaxê Artak Beglaryan di hevpeyvîna xwe ya bi RIA Novosti re ev tişt got.

Beglaryan got: “Li gorî karê hevserokên Koma Mînskê û rola bi bandor a mîsyona aştiyê ya Rûsyayê, em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka Qerebaxê nabe mijara danûstandinên Yekîtiya Ewropayê.”

Li gorî wî diyalog lazime, lê divê ew nebe perçeyek ji têkiliyên aloz ên Rûsyayê bi Rojava re. Beglaryan bi bîr xist, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê Koma Mînskê ya OSCE’yê heye, ku berpirsiyariya tevahî ji bo çareserkirina pevçûnê digire.

Wezîrê dewleta Artsaxê bi giranî bal kişand ser hebûna aştîparêzen Rûsî .

“Em di wê baweriyê de ne ku mîsyona aşitiyê bê dem li vir bimîne, heta ku nakokî çareser nabe,” wî got.

Li gorî wî, çareserkirina kêşeya Artsaxê di demeke nêzîk de ne mimkun e, ji ber ku nakokiyeke cidî ya helwestan di navbera Artsaxê û Azerbaycanê de heye. Beglaryan destnîşan kir ku cudahiya herî girîng ew e ku ji bo Azerbaycanê mesele “prestîje” û ji bo gelê Qerebaxê jî meseleya jiyan û mirinê, hebûna xwe û dadmendiya dîrokî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button