PoliticsTop

Wêrankirina mîrata olî ya Ermeniyan ji aliyê Azerbaycanê ve: di raporteke nû ya Wezareta Derve ya Amerîkayê

Wezareta Derve ya Amerîkayê di rapora sala 2021ê ya derbarê azadiya olî ya navneteweyî de, behsa wêrankirina berdewam a abîdeyên Ermenîyan ji aliyê Azerbaycanê ve dike û behsa hewlên “albanîkirina” mîrata Ermenîyan dike.

Di raporê de tê gotin, ku li gor metranekî Dêra Ermenîstanê, ji meha gulanê ve, hikûmeta Azerbaycanê rê nade heciyên Ermenî, ku bikevin Keşîşxaneyê li devera ku ji şerê sala 2020 ve di bin kontrola Azerbaycanê de ye.

Di raporê de behsa biryara ku di 27’ê Îlona 2021’an de ji aliyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ve hatibû qebûlkirin, tê dayîn. Di biryarê de zirara bi qestî li mîrateya çandî di dema Şerê Şeş Heftiyan de, wêrankirin an zirara dêra Xazançetsotsa Şûşîê , û herwiha dêr û goristanên din, di dema şer û piştî şer de, şermezar kir.

Di biryarê de tê gotin, ku Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê “Li ber ronahiya wêranbûna berê, ew li ser paşeroja gelek dêr û keşîşxaneyên Ermeniyan ên li herêmên di bin kontrola Azerbaycanê de, di nav de kompleksa keşîşxaneya Dadivankê, xaçkar û şûnwarên mîrata çandî yên din, bi fikar e.

“Di nava salê de gelek bername hebûn, li ser xerakirin û wêrankirina şûnwarên çandî û olî yên ermeniyan, her wiha kiryarên bi qestî yên hikûmetê “: Di raporta Wezareta Derve de hatiye gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button