PoliticsTop

Ez difikirim, ku li Rûsyayê êdî esasê Azerbaycanê li dijî Rûsyayê fêm dikin. Wezîrê Dewlete ye Artsaxê

Ez difikirim, ku li Rûsyayê êdî esasê Azerbaycanê li dijî Rûsyayê û
bûîna wî wek “hevkarek” bêbawer fêm dikin, ji ber ku ew gelek caran hatiye îsbat kirin. Û diyardeya herî dawî jî astengkirina RIA Novostî li axa Azerbaycanê bû ji ber weşandina hevpeyvîna bi min re. Wezîrê Dewlete ye Artsaxê Artak Beglaryan kanala xwe ya Telegramê de li ser vê yekê nivîsî.

“Ew balkêş e,dema ku rayedarên Azerbaycanê:

  • Ew bi hemû çavkaniyên xwe yên medyayê nefretê belav dikin , ne tenê li dijî Ermeniyan, li dijî gelê Rûsyayê jî.
  • Bi rêkûpêk bendên daxuyaniya sêalî ya 9ê Çirya paşin 2020an binpê dikin, sivîlan dikujin li Artsaxê li ber çavê hêzên aştiyê yên Rûsyayê.
  • Bi derbasbûna aştîparêzên Rûs re, gundê Parûx û a Karaglux, ku di bin berpirsyariya wan de ye, di meha Kanûnê de jî gundên Xtsaberd û Hîn Tagher dagir kirin.
  • Mîrata çandî ya Ermeniyan, ku di bin dagirkeriya wan de ye, tune dikin.Berhemên Şerê Wetenyê yê Mezin ku hem nirxên Ermenî û hem jî yên Rûsî têne hesibandin hilweşînin.
  • Piştgiriya toleyên li dijî Rûsyayê dikin”: Artak Beglaryan nivîsî.
Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button