TopWorld

Çîroka du cihalên Êzidî , kê re jiyanê şansek duyemîn daye

Sêîf û Sarî , du zarokên êzîdî ê Şingalê ne, ku di sala 2014an de ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn girtin.

Pê gotine Sêîf û Sarî , sala 2014ê di encama êrişa terorîstên DAIŞê de, ji aliyê terorîstan ve tevahiya mêr ên gundê wan li meydana wî gundî hatine gulebarankirin, jin û zarok jîhatine girtin wek kole. Wan ji kurên biçûk jî terorîstên kamikaze çêkirin.

Cihal tînin bîra xwa : “Li me xistin, îşkence li me kirin, me hînî kuştina Êzdiyên me kirin, ji wan re digotin kafir. Dema, ku bin destê DAIŞê de derbas bûye, em hewl didin, ku wê demê ji bîr xwa derxin “.

Dê û bavên van xortan, ku karîbûne birevin u xilas bûne, du salan li zarokên xwe geriyane. Dê û bavên bêhêvî bi zanîna cihê kampa zarokên revandî, bi alîkariya navbeynkaran berdêlek dan daku kurên xwe ji koletiya DAIŞê rizgar bikin, piştî wê ew yekser koçberî Kanadayê bûn.

Sêîf û Sarî piştî koçî Kanadayê kirin, çûn dibistanê, li cem psîkologan kursên rehabîlîtasyonê derbas bun.

Dibe ku gelek matmaî bimînin, ji ber ku min û birayê min, me zanîngeh qedandiye u em ê perwerdeya xwe hê bidomînin. Em ê bixebitin û di jiyanê de pêş bikevin. Me dev jê berneda û em ê dev jê bernedin, ji ber ku em gelê Êzidî ne, ku ji jiyan û aştiyê hiz dikin, tevî ku DAIŞ hewl daye me û koka me tune bike.

Bila hikûmeta Iraqê şerm bike, ku di dema qirkirina gelê Êzidî de ti kesî alîkariya me nekir û em ê heta dawiya jiyana xwe vê yekê bi bîr bînin. Gelek spas ji hukûmeta Kanada û dewletê re, em ê ji bîr nekin ku Kanada şansek duyemîn di jiyanê de da me, em ê her tiştî vegerînin,ducarî dixebitin û wek xwa Kanada pêşxin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button