PoliticsTop

Çekdarên ku beşdarî şerê li Qerebaxê bûne, dikarin bên veguhestin Ûkraynayê: Artak Beglaryan

Wezîrê Dewletê yê Artsaxê Artak Beglaryan di hevpeyvînekê de ligel RIA Novostî got, rayedarên Artsaxê di wê baweriyê de ne ku çekdarên beşdarî şerê li Qerebaxê bûne, dikarin derbasî Ukraynayê bibin.

Beglaryan got: “Îhtîmaleke mezin heye ku ev komên terorîst niha li Ukraynayê li dijî Rûsyayê şer dikin.”

Bi gotina wî, cem rayedarên Artsaxê agahî hene, ku 5-7 hezar çekdarên Sûrî û Lîbyayî li aliyê Azerbaycanê şer kirine, hinek ji wan dikarîn piştî şer li nav axa Azerbaycanê ya dagîrkirî bimana.

“Ew hatin vir , ku ji bo pereyan u bi ramanên dij-xiristiyanî şer bikin”, got Beglaryan .

Beglaryan her wiha got, ku delîlên rayedarên Artsaxê hene, ku van komên terorîst li Sûriyeyê li dijî leşkerên Rûsyayê şer kirine, u di dema leşkerkirina ji bo hatina Qerebaxê de sloganên li dijî Rûsyayê jî hatin bikaranîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button