All NewsTop

Li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê her alozî bandoreke neyînî li hemû pêvajoyan dike. Armên Grîgoryan

Her tengezariyek li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê bandorek neyînî li ser hemû pêvajoyan dike. Li gorî “Armenpress”ê, Sekreterê Encumena Ewlekariyê Armên Grîgoryan di civîneke rojnamevanî de ev tişt gotîe.

Grîgoryan her wiha got, “Ji ber vê yekê jî beriya destpêkirina proseya xêzkirin, me pêşniyar kir ku leşker bi rengekî neynîkî werin vekişandin, da ku aramî li ser sînor hebe.”

Sekreterê Encumena Asayişa Navdewletî amaje bi wê yekê kir, ku asayişa sînor berdewam e di rojevê de.

Grîgoryan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê nîqaş bikin û ez hêvî dikim ku em ê çareyan bibînin da ku li ser sînor alozî dernekeve.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button