All NewsTop

Jara yekem sefera rasterast ji Almatayê hatîe Erîvanê

Balafirên Kazakistan “FlyArystan” Airbus A320 êdî dê du rojên hefteyê, Duşem-Pêncşemê, seferên rasterast ji bo riya nû ya Almatî-Yêrêvanê bikin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, yekem sefera balafirê ya Erîvanê di 2ê Hezîranê de pêk hat. Rojnameger û bloggêr bi balafira ewil gihîştin Ermenîstanê û dê gera 4 rojî li cihên Ermenîstanê derbas bikin.

Balyozê Awarte û Desthilatdar ê Komara Kazakistanê li Ermenistanê Bolat Îmanbayêv di brîfîngekê de ligel rojnamevanan vekirina geşteke rasterast di 30emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de girîng nirxand. Li gorî Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê yê Ermenîstanê Gnêl Sanosyan, têkiliyên Ermenistan û Kazaxistanê bi awayekî aktîf pêşde diçin û firrîna rasterast dê ji bo pêşxistina têkiliyan zêdetir bibe alîkar.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button