
Ji 3yê Hezîranê heta 18ê Hezîranê, Ermenîstan dê pêşbirka bedewiya navneteweyî ya “Miss Dewletên Serbixwe-2022” bike mêvan. Organîzatoran diyar kiribûn ku pêşbirk wê li Kompleksa Sporê û Konserê ya Karên Dêmîrçyan bê lidarxistin.
Damezrênera Pêşbirka Bedewî ya Navneteweyî ya “Miss Dewletên Serbixwe” Naîrî Mnatsakanyan jî diyar kir ku ji welatên cuda yên cîhanê di warê modeling û modayê de gelek kesên navdar ji bo beşdarî pêşbirkê bibin dê bigihêjin Ermenistanê.
Di dema pêşbirkê de dê bernameyên konser-dansê yên şanoya ku dê gelek ji wan ji aliyê komên biyanî ve bên pêşkêşkirin, bên lidarxistin.
