
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Rûsyayê Mîxaîl Mîşustîn ji ber rojbûna Serokwezîr Nîkol Paşînyan peyamên pîrozbahiyê şandin.
Di peyama Serokê Rûsyayê de wiha hat gotin:
“Birêz Nîkol Vova,
Ji bo rojbûna xwe pîrozbahiyên ji dil bistînin.
Ez di wê baweriyê de me ku li gorî diyaloga avaker a ku di navbera me de hatiye avakirin, em ê ji nêz ve bi hev re bixebitin ji bo zêdetir xurtkirina têkiliyên hevalbendiya Rûs-Ermenî ji bo berjewendiya gelên me yên bira.
Ez ji dil û can sihetî, bextewarî û di xebatên dewletê de serkeftinê dixwazim.”
Di peyama pîrozkirina Mîxaîl Mîşustîn de wiha tê gotin:
“Birêz Nîkol Vova,
Li ser navê Hikûmeta Federasyona Rûsyayê û li ser navê xwe , ez ji bo rojbûna we pîrozbahiyên xwe yên jidil radigihînim.
Ez dixwazim balê bikşînim ser beşdariya we ya girîng ji bo pêşxistina hevkariyeke bi bandor a Rûsî-Ermenî ya li ser bingeha dostanî, hevkarî û hevalbendiyê.
Hikûmet bi awayekî aktîf dixebitin ku hevkariya bazirganî û veberhênanê ya mezin, projeyên hevpar ên mezin di warên enerjî, pîşesazî, binesaziya veguhastinê, zanist, çand û hêj bêtir berfireh bikin. Ez di wê baweriyê de me ku afirandina şert û mercên guncaw ji bo kûrkirina întegrasyonê di çarçoveya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ya Hevbendiya Dewletên Serbixwe de bi tevahî li gorî berjewendiyên Federasyona Rûsyayê û Komara Ermenistanê ye.
Ez ji dil û can ji we re dixwazim, birêz Nîkol Vova, tenduristî, bextewarî, destkeftiyên nû di çalakiya weya berpirsiyar a dewletê de.”