TopWorld

Li Moskovayê abîdeya sîxurê veşartî Vardanyan hat vekirin

Abîdeya Gêvorg Vardanyan, sîxurê veşartî û lehengê Yekîtiya Sovyetê, li Moskowê li ser xaka dibistana bi navê wî № 2070 hate vekirin, RIA Novosti radigihîne.

Vardanyan yek ji sembolên herî geş ên îstîxbarata veşartî ya Rûsyayê tê hesibandin, ku sedsaliya wî dê di 28ê Hezîranê de were pîroz kirin. Dibistan li nêzî ofîsa sereke ya Dezgeha Îstîxbarata Derve ya Rûsyayê ye.

Abîdeya ji aliyê peykersaz Alêksandir Golovaçov ve hatiye çêkirin.

Di merasîma bi heybet de Alîkarê Midûrê Îstîxbarata Derve Yevgenî Kolesnîkov, Serokê Yekîtiya Ermeniyên Rûsyayê Ara Abrahamyan, rayedarên din, nûnerên saziyên îstîxbarata biyanî, mamosteyên dibistana № 2070 û xwendekar amade bûn.

“Em hemû dizanin ku ew û jîna wê Gohar Vardanyan bi salan li derve wek sîxurên veşartî kar kirine. Gevorg Andreevich di 16 saliya xwe de tercîha xwe kir û rêya têkoşîna li dijî faşîzmê girtyê . Piştî wê, wî bi dehan çalakiyên balkêş li derveyî welat pêk anîn ji bo naskirina metirsiyên li ser ewlekariya niştimanî ya welatê me. Ew ji her gerê bi serketî vedigeriya”: got Kolesnîkov.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button