SocietyTop

Li Ermenîstanê 27,9% ê nifûsa ji 16 salî mezintir cixareyê dikişîne

Her sal di 31ê Gulanê de Roja Cîhanî ya Bê Tutunê tê pîrozkirin. Ew ji hêla WHO ve di sala 1987 de hate damezrandin, da ku bala raya giştî bikşîne ser bandorên zirardar ên tûtinê. Tûtin ji bo tenduristiya gel xeterek mezine. Her sal zêdetirî 8 mîlyon mirov ji ber bikaranîna titûnê dimirin. Zêdetirî 7 mîlyon ji wan cixarekêşên, an jî cixarekêşên berê ne, û zêdetirî 1,2 mîlyon kesên ku cixare nakişînin , le dikevin ber dûmana duyemîn.

Li gorî “Armenpress”ê, Wezareta Tenduristiyê ya Ermenîstanê da zanîn ku li gorî daneyên lêkolînên ku li Ermenîstanê hatine kirin, %27,9ê nifûsa ji 16 salî mezintir cixareyê dikişîne. Piranîya cixarekêşan mêr in ( 51,5 % mêran, 1,8% ji jinan), 21% ji xortên 15 salî û 3% ji keçan di xortaniyê de cixare kişandine.

Li Ermenîstanê her sal zêdetirî 5 500 kes ji ber nexweşiyên titûnê dimirin. Hemû cureyên tutunê û cîgirên wan ji bo tenduristiyê zerar in, dozeke wan a bê zerar tune.

Di 13 ê Sibata 2020an de qanûna bi navê “Li ser kêmkirin û pêşîlêgirtina zirarên tenduristiyê yên ku ji ber karanîna berhemên tûtinê û cîgirên wan çêdibin” hate pejirandin.

Li gorî qanûnê, bikaranîna titûnê li hemû cihên giştî yên girtî, li çend cihên giştî yên vekirî, her cure reklam, firotin, sponserî, hukmên din destûr nayê dayîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button