EconomicsTop

Îran dê li Ermenistanê Mala Nûjenî û Teknolojiyê ava bike

Li gorî rapora Mêhr News`ê, Alîkarê Serokomarê Îranê di warê zanist û teknolojiyê de ragihand ku Mala Nûjen û Teknolojiyê ya Îranê (iHiT) dê li Ermenîstanê were avakirin.

Alîkarê serokomar çend sal berî niha ofîsên IHIT li welatên din damezrand da ku bazara cîhanî ya Îranê ya berhemên zanistî pêş bixe.

Beriya niha li welatên wekî Rûsya, Tirkiye, Çîn, Sûriye û Kenyayê ofîs hatin vekirin.Ji bo vê armancê dê di demek nêzîk de ofîsên Ermenîstan û Iraqê hebin, zêde kir alîkarê serokomar.

Berê jî cîgirê serok Satarî hêviya xwe anîbu ziman, ku vekirina Mala Nûjen û Teknolojiyê ya Îranê (iHiT) dê bibe xaleke zivirînê li hevkariyên aborî yên dualî yên Îran û Kenyayê li herêma rojhilata Afrîkayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button