PoliticsTop

Ez amade me ku li ser mijara bêparkirina erkê çend parlementerên opozîsyonê serî li Konseya Meclîsa Neteweyî bidim: Serokê Meclîsa Neteweyî

Ez amade me ku li ser mijara bêparkirina erkê çend parlementerên opozîsyonê serî li Konseya Meclîsa Neteweyî bidim. Serokê Meclîsa Neteweyî Alên Sîmonyan 31ê Gulanê li Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re got.

“Bi gelemperî, biryar tune, ez behsa rewşa xwe dikim, ez difikirim ku ew nekarin werin civînê dema ku ew bixwazin, u neyên, dema ku nexwazin. Herwiha, di daxuyaniyên çapemeniyê de ew parlamenteran demeke dirêj sînorê destûr derbas kirine” : got Alên Sîmonyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rêziknameya Meclîsa Neteweyî de hatiye diyarkirin, ku eger cîgir ji nîvê zêdetir ji rûniştinên nebûye, mafê Konseya Meclîsa Neteweyî heyê, ku biryarê bide û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide li sêr bêparkirina erkê parlementerên wusa. Niha nêzîkî 10 parlementerên fraksiyonên opozisyonê bi vî awayî ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button