PoliticsTop

Divê hemû welatiyên Ermenîstanê ji sala 2024’an û pê ve dahata xwe eşkere bikin: Paşînyan bal kişand ser biryardariya siyasî

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bal kişand ser biryardariya hêza siyasî ya desthilatdar di mijara danîna pergala gerdûnî ya ragihandina dahata kesan de.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Nîkol Paşînyan di civîna hevpar a komîteyên daîmî yên Meclisa Neteweyî de di nîqaşa rapora salane ya “Derbarê Bicihkirina Budçeya Dewletê ya Komara Ermenîstanê ya sala 2021an de” de behsa mijarê kir.

“Ez dixwazim balê bikşînim ser biryardariya me ya siyasî ji bo danîna pergala gerdûnî ya ragihandina dahata kesan de. Yanî divê hemû welatiyên Ermenîstanê dahata xwe eşkere bikin û ji bo dahata sala 2023’an wê di sala 2024’an de bikeve meriyetê”: got Nîkol Paşînyan

Li gorî Serokwezîr girîngiyeke wê ya aborî, siyasî û şaristanî heye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button