
Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan di 30’ê Gulanê de serdana Tûgaya Hêzên Aştiyê ya Wezareta Parastinê kirîe, beşdarî merasîma bi heybet a ji bo Roja Parastina Aştiyê ya Cîhanê hateîe kirinê.
Wezîrê Berevaniyê bi boneya cejna wan ya pîşeyî li leşkeran pîroz kir û spasiya erkên parastina aştiyê kir ku bi hevbeşî ligel leşkerên welatên hevkar li Iraq, Kosova, Evxanistanê, Sûriye, Libnan, Malî û Kazakistanê hatine kirinê. Sûrên Papîkyan, pisporiya leşkerên lîwayê bilind nirxand û destnîşan kir ku leşkerên Ermenîstanê bi nirxa aşitiyê têgihiştinê erkên xwe bi rûmet bi cih anîn û bi vî awayî tevkariya xwe di dabînkirina ewlehî û aramiya mexdûrên şer û pevçûnan de kirin.
Di merasîma bi heybet de, hejmarek ji leşkerên lîwaya parastina aştiyê ji aliyê Wezîrê Berevaniyê, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar û Fermandarê Yekîneya Leşkerî ve bi medalya û dîplomeyên dezgehî hatin xelatkirin. Wezîrê Parastinê û efserên pilebilind ên pê re gul danîn ber abîdeya ku li qada yekîneya leşkerî hatiye çêkirin, ji bo bîranîna cangoriyên di şerê 44 rojan de şehîd bûne rêz girtin.