All NewsTop

Pisporan bandora derbasbûna dravdana bi rûble ya gaza Rûsyayê li ser Ermenîstanê nirxandine

Li hember nakokiyên Rûsya û Ûkraynayê, Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan di nîvê meha Nîsanê de ragihandibû ku Êrîvanê dest bi dayîna gaza Rûsyayê bi rûbil kiriye.

Aborînas Hrant Mîkaêlyan di axaftina xwe ya bi NEWS.am-ê re diyar kir ku biryara guheztina dravdana gazê bi rubleyê bi pêvajoyên jeopolîtîk ve girêdayî ye. Pêşniyara Rûsyayê bû, Ermenîstan li dijî vê pêşniyara Moskovayê derneket û qebûl kir.

“Li aliyekê alternatîfa Ermenîstanê tunebû, ji aliyê din ve jî eger biha neguhere, wê demê tu cudahî di navbera dayinên bi ruble û dolar de namîne.

Pirs ew e ku biha wê çawa bê hesabkirin, gelo dê hesab dirêj be, Ermenistan dê bi çi bedelê bide? Ger li ber çavan bê girtin ku di demeke dirêj de ruble ji dramê Ermenîstanê zûtir dadikeve, dibe ku ji bo Ermenîstanê sûdmend be. Lê eger ruble biha bibe, dibe ku bihayê gazê bilind bibe. Di derbarê bandora veguheztina dravdana gazê de bi rubleyan bersivek diyar tune. Ermenistan tenê çavdêrek e ji bo çend faktorên girîng, ew ne girêdayî Yêrêvanê ne.

Doktorê Aboriyê Karên Adûns ji Ermenîstanê re got ku derbasbûna pereyên gazê bi rubleyê ji bo Ermenîstanê ne girîng e, ji ber ku welat hem rûbil û hem jî pereyên din têra xwe distîne. Dolar, ewro û ruble hevseng in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button