PoliticsTop

Satelîta Ermenîstanê yen Yekemîn, bihayê wê 5 milyon dolar e: Ermenistan wê satelîtek din jî bidest bixe

Satelît li bilindahiya 500 heta 550 kîlometroyî ye, wê herî kêm 4 salan li dora gerstêrka me bimîne.

Heta rewşa dawî ya xebatê ya satelîtê, ji aliyê şîrketa îspanyolî Satlantis a ku satelît çêkirye wê bê birêvebirin û piştî wê jî wê rêveberî bi temamî derbasî Ermenîstanê bibe.

Ji bo ku satelît bi tevahî bixebite, dikare bi mehan bidome (dibe ku heta dawiya salê).

Bikar anîna satelîta vê hêzê di warê parastina jîngehê, çandinî û warên din de bi guncantir e, lê di heman demê de dikare pirsgirêkên stratejîk-îstixbaratî jî çareser bike.

Wêneyên ku ji aliyê wê ve hatine çêkirin, milkê Komara Ermenîstanê ne, ku nabe di destê welatek û rêxistinekê de be.

Li gorî daneyên nefermî, li ser satelîtê û ji bo li dora Erdê bizivire, bi qasî 5 milyon dolar hatiye xerckirin.

Bi îhtîmaleke mezin, Ermenistan dê di demek nêzîk wê satelîtek din jî bidest bixe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button