PoliticsTop

Şaredarê Parîsê serdana Bîrdariya Tsitsernakaberdê u pantheona leşkerî “Yerablur” kir

Şaredarê Parîsê rêz girt ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan û şerê 44 rojî.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Şaredara Parîsê Anne Îdalgo li gel Cîgirê Yekem ê Şaredarê Êrîvanê Lêvon Hovhannîsyan, serokê Fraksiyona “Gavê Min” a Meclîsa Rûspiyan Armên Galcyan, Serokê Fraksiyona “Ermenistana Pêşkeftî” Mîkayêl Manrîkyan û Serokê Fraksiyona “Lûys” Davît Xajakyan serdana Bîrdariya Tsitsernakaberdê kirin û kulîlk danîn li ber agirê herheyî.

Piştre şaredarê Parîsê serdana pantheona leşkerî ya “Yerablur” kir. Anne Îdalgo kulîlk danî ser gorên xwendekarên Zanîngeha Fransî yê li Ermenîstanê de, ku di şerê 44 rojî de hatin kuştin û bi dê û bavên wan re xeverda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button