PoliticsTop

Provokasyonên Azerbeycanê pêwîstiya bicihkirina mîsyoneke çavdêriyê li herêma sînor radixe pêş çavan: Wezîrêta Karên Derve yê Ermenîstanê

Wezîrêta Karên Derve yê Ermenîstanê binpêkirina agirbesta ji alîyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve di 28ê Gulanê de li başûrê rojhilatê sînorê Ermenîstanê, ku di encamê de leşker Davîd Vahan Vardanyan hat kuştin, bi tundî şermezar kir.

Li gorî Wezareta Derve, di 28ê Gulanê de , provokasyon û bûyerên bi vî rengî yên berê, binpêkirinên bi rêkûpêk ên agirbestê careke din hewcedariya vekêşana leşkeranbi neynikê ji sînorê Ermenistan-Azerbaycanê û şandina mîsyoneke çavdêriyê li herêma sînor rewa dike.

Rayedarek ji Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê ji Armenpress’ê re ragihand, ku di daxuyaniyê de tê gotin: “Em sersaxiyê û piştgiriya xwe ji malbat û xizmên leşkerê mir re dixwazin.

Hêjayî gotinê ye, ku beriya vê provokasyonê, daxuyaniyên wêranker, şerxwaz yên serokkomarê Azerbaycanê di 27ê Gulanê de, ku tê de xwestekên ji bo xaka serdest a Komara Ermenîstanê jî hebûn, pêk hat.

Di vê derbarê de em dixwazin bi bîr bînin ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji Gulana 2021an vir ve bi awayekî neqanûnî êrîşî xaka Komara Ermenistanê ya li beşa Sotk-Xoznavarê kirine u herêmek ji 45 kîlometre çargoşe zêdetir dagir kirye.

Provokasyon û bûyerên bi vî rengî yên berê, binpêkirinên bi rêkûpêk ên agirbestê careke din hewcedariya vekêşana leşkeranbi neynikê ji sînorê Ermenistan-Azerbaycanê û şandina mîsyoneke çavdêriyê li herêma sînor rewa dike, ku gelek caran ji hêla ermenî ve hatî destnîşan kirin.

Ji ber ku Komîsyona Ewlehiya Sînor û Ewlekariya Sînor a di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ji niha ve dest bi xebatên xwe kiriye, divê ev bûyer ji aliyê komîsyonê ve bê lêkolînkirin û nirxandin.

Di heman demê de em bi bîr tînin, encamên binpêkirina agirbestê yen berê, ya ku di 9ê Çirya paşin 2020an de hatibû destnîşan kirin, ku di encamê de Hêzên Çekdar ên Azerbeycanê êrîşî gundê Parûx ê girêdayî Qerebaxê, ku di bin berpirsyariya hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê de ye, kirin û heta niha nehatine îmhakirin.

Em pêwîst dibînin ku hemû civaka navneteweyî nirxandineke rast ji kiryar û daxuyaniyên provokatîf ên Azerbaycanê re, gotinên êrîşkar ên ku ji bo têkbirina hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê li Başûrê Kafkasyayê ne, bidin.

Em bang li rêveberiya Azerbaycanê dikin ku dev ji kiryarên provokatîf û gotinên provokatîf berde. Em bang dikin ku sozên ku bi daxuyaniyên sêalî u yên di encama hevdîtinên Brukselê de hatine dayîn, ji bo ku li herêmê îstiqrar û ewlekarî pêk were, bên bicihanîn”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button