PoliticsTop

Erdogan piştgiriya pêvajoya asayîkirina têkiliyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê kir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ku di 28ê gulanê da ji bo beşdarî festîvala hewayî, feza û teknolojiyê ya TEKNOFESTê bibe çûbû Bakuyê, li ser pêvajoya asayîkirina têkiliyên Ermenistan û Azerbeycanê axivî.

Li gorî nûçeya Armenpressê, Erdogan diyar kirye, ku hem di şerê 44 rojan de û hem jî niha ewan qêleka Azerbeycanê ne.

“Dema nivîsandina serkeftin, aştî û pêşketina li van xakan hatiye. Divê em weke gelên herêmê timî bi hev re pêşeroja xwe ava bikin û ji xeletiyên ku me berê kirine dersê bigirin. Çawa di şer de, niha jî em qêleka Azerbeycanê ne. Tirkiye bi xurtî piştgirî dide aştiya mayînde ya ku birayê min ê hêja Alîev dixwaze bi Ermenistanê re ava bike”: li gorî nûçeya Anadoluyê,gotye Erdogan.

Wî li sêr bikaranîna çekên Tirkiyê ji aliyê Azerbaycanê li dijî Ermenîstanê di şerê 44 rojî de behis kir û diyar kir ku hemû cîhan dît serkeftina çekên Tirkiyê ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button