PoliticsTopWorld

Blînken amadebûna xwe ji bo avakirina aştiya herêmî li Başûrê Kafkasyayê nîşan da

Dewletên Yekbûyî ji bo pêşvebirina aştiya li Kafkasya Başûr pabend e. Li gorî nûçeya Armenpressê, ev yek di peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blînken bi pîrozbahya Roja Serxwebûna Azerbaycanê de hatiye gotin.

“Em pêbend in ku ji bo Azerbaycan û herêma Kafkasya Başûr pêşerojeke aştiyane, demokratîk û bextewar pêş bixin. Em amade ne ku hem bi rêya hevkarên dualî û hem jî bi rêya hevkarên hevfikir alîkariya herêmê bikin, da ku aştiya mayînde peyda bike”: di peyama Wezîrê Karên Derve de tê gotin.

Blinken her wiha banga reforman kir, ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn ên ku di destûra bingehîn a Azerbaycanê de hatine destnîşankirin biparêzin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha eşkere kir ku, Amerîka piştgîriya Azerbaycanê ji bo Ukraynayê bilind dinirxîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button