PoliticsTop

Bi îmzekirina belgeyê di 9ê Çirya paşin de, serokomarê Azerbaycanê hebûna Qerebaxê qebûl kir: Ararat Mirzoyan

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan behs kir li ser daxuyaniya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîev, ku gotibû Qerebax tune ye, kêşeya Qerebaxê çareser bûye, Koma Mînskê ya OSCEyê tune ye.

Di bersiva pirsa “Armenpress”ê de, wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê bal kişand ser wê yekê, ku ew dikarin “belgeyek di meriyetê de” bi îmzeya serokomarê Azerbaycanê nîşan bidin ku tê de tê gotin ku Qerebax heye, ew daxuyaniya sêalî ya 9ê Çirya paşin 2020an e. Ararat Mîrzoyan tekez dike ku bi îmzekirina wê belgeyê, Serokomarê Azerbaycanê hebûna Qerebaxê qebûl kiriye û ev rastiyeke ku nayê vegerandin.

“Em dikarin daxuyaniyên fermî yên Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê ku ew dîsa piştrast dikin pabendbûna xwa wek hevserokan.Tenê di hefteya dawî de, daxuyaniyên wiha ji aliyê Amerîka û Fransayê ve hatin dayîn. Hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE’yê hat xêzkirin di daxuyaniya hevpar de, ku serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Federasyona Rûsyayê di 19ê nîsana îsal de qebûl kirin.

Koma Mînsê ya OSCE ne ji aliyê Azerbaycanê ve, ji aliyê civaka navneteweyî ve hatiye avakirin, ji ber vê yekê Azerbaycan nikare wê hilweşîne yan jî erka wê bi dawî bihesibîne. Heman civaka navneteweyî îro diyar dike ku Koma Mînskê ya OSCE heye” : got Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê.

Ararat Mîrzoyan destnîşan kir, ku mijara statuya Qerebaxê di rojevê de ye, mafê çarenûsa Ermeniyên Qerebaxê di meriyetê de ye. Li gorî wî, Ermenîstanê tu carî ji Azerbaycanê xwedîyê îdiayên erdî nebûye. Pirsgirêka Qerebaxê meseleyeke qanûnî ye û ji aliyê civaka navneteweyî ve wsa tê dîtin. Wezîrê Derve yê Komara Ermenîstanê tekez kir ku, hatiye tomarkirin, ku rûpela şer ji bo me hatiye girtin, pirsgirêkek heye ku divê bi rêyên siyasî û dîplomatîk bê çareserkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button