EconomicsTop

Þimalê k’engê ce’nûbêva bê girêdanê?: Çetnayê r’iya heregir, k’îjan Ermenîstanêva derbazdive

1.Þimalê k’engê ce’nûbêva bê girêdanê?: Çetnayê r’iya heregir, k’îjan Ermenîstanêva derbazdive

Dö sînorê Ermenîstanêyî vekirîye derk’etina li dinîya derekeye r’eþayê, k’îjan  sê dehesalîya h’esarêdaye, t’ev Görcistanê û Îranê, heye. Bi van t’erefa welatê me dixweze mecalê logîstîk berfireke. Berne’ma e’wile de’wdarîyê hila hê sala 2009-a erêbû: gilî derheqa avtor’iya þimal-Ce’nûbdaye. Destpêbûna xevata Þimal-ce’nûb sala 2012-abû. R’iya weke 550 kîlomêtrê h’etanî sala 2019-a gere bihata avakirinê, lê h’etanî îro her t’enê tranþa pêþin- bi dirêjaya 31 km, t’esmîlî xevtandina axirsongî bûye. Vê gavê ser p’ara r’iya Te’lîn-Gömirîye 42,1 km-ê, k’îjan p’ara tranþa r’iya Þimal-ce’nûbe 3-aye, ya ij 5 tranþa, xevat tê kirinê.

K’rîstînê G’alêçyan Dewsgirtîya wezîrê CE-êyî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa

“Em hîvîdarin, wekî wê p’arêda wê îht’îmalve xevatê diha baþkin , bivne sêrî, evê hilbet bive p’ara 2-a, k’îjanê, me göman heye, zûtirekê xilazve.

Avakirina r’ê hêsa nîne, çimkî Þimal-ce’nûb-êva girêdayî þöxölê sûck’arîyê hene, delîvê h’evskirina ij xerc-xeracaye nav salê 2009-18-a, þûþtina p’era hene. Bi þöxölê sûck’arîêyêye baþqe-baþqe 500 meriva zêdetir hatne pirs-pirsyarkirinê, weke 30 kes têne gönek’arkirinê. Dest pirsgirêkê hiqûqîyê xevata Eþterek-Te’lîne tranþa döda hatîye r’awestandinê.

K’rîstînê G’alêçyan Dewsgirtîya wezîrê CE-êyî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa

Þertne’me t’ev t’eþkîleta hevaltîya avakirinêye berê hila hê sala 2019-a hatîye r’awestandinê, pêvajoya arbîtrajîyêye destpêbûyî heye, dö þöxölê meye Îspanayoyê hene, û t’emam nav meþêne.

E’yankirinê zincîra xiravxevtandinêye Þimal-ce’nûbva girêdayî pey înglaba sala 2018-ar’a desipêbûn. Lê h’etanî xilazîya  vî yan wî þöxölê sûck’arîyê P’aþînyanê serekwezîr h’emtêk’sta vekirina komûnîkasîyayê neh’îyêda t’ivdîra Þimal-ce’nûbe r’ik’inkirina cûr’kî din  t’eþkîlkir.

Nîkol P’aþînyan Serekewezîrê CE

Bintêk’sta vekirina komûnîkasîyayê neh’îyêda t’ivdîra Þimal-ce’nûb careke din hatîye pêkanînê û bûye t’ivdîra Þimal-ce’nûb-r’ohlat-r’oava. Me göman heye, wekî bi têmpê mezin emê  vê t’ivdîrê mîaserkin.

Tranþa 5-a p’ara Gömirî-Bavraye, fînanskirin hila hê t’ine. Vê gavê sirêpêþîtîya h’ökömetê p’ara Þimal-ce’nûbe ce’nûbêye, k’îjan seva Ermenîstanê pey þer’ê 44 r’ojêr’a bû ya e’mirdarîyê. Tranþa 4-a- r’iya Artaþat-Agarak, bi gotna dewsgirtîya wezîrê Serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa, ya pêþe û ij t’ivdîrê Ermenîstana serbeste r’ik’inkirinaye heregire. Seva avakirinê idî lec hatîye e’lamkirinê.

K’rîstînê G’alêçyan Dewsgirtîya wezîrê CE-êyî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa

Lec bin sîasîya Benka dasekinandinê û pêþdaçûyîna avropî mîaserdive û dengvedana mezin dîtîye, mêlkirinê t’omerî didine k’ivþê, wekî hevaltîyê r’êavakirinêye girin û  de’w ÿp’êce bilind hatne danînê.

R’iya Sîsîan-K’acarane 60 km-ê seranser t’eze wê bê avakirinê, 27 p’irayê bi dirêjaya 5,1 km-e t’omerî, 9 neqevê bi dirêjaya 12,5 km-ê t’omerî wê bêne wergirtinê, ij k’îjana ya heredirêj ya Bargûþat’înêye- bi drêjaya 8,7 km.

K’rîstînê G’alêçyan Dewsgirtîya wezîrê CE-êyî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa

Vê gavê r’iya bi lezbûna 50 km-ye h’esavkirinê bi r’iya 100 km-e h’esavkirinê wê bê bedelkirinê, fesaltî û bêqezîabûna r’ê wê bê lênihêr’andinê, wergöhastinê, maweya r’êçûnê bawerbike 2 seh’eta zêdetir, çixara transportîyê wê bêne körtkirinê, yanî-  encamê berne’mê vira ê hevsûkirinêne.

Bi ferzbûnê p’ara r’êye K’acarn-Agarake. T’ivdîr xilazbûye, ser dö tîra hatîye p’arevekirinê- t’ecdîdkirina r’iya 32 km-ê û…

K’rîstînê G’alêçyan Dewsgirtîya wezîrê CE-êyî serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa

Vê p’arêda xevata avakirina neqeva  K’acaranêye 7 km-ê- bi r’ê-dirbê bawerbike 4 km-e nêzîkbûnê. Bi 14 km-a dirêjaya t’omerî û  35-40 deqe we’dê çûyînê wê körtvin. Lezbûna 50 km-ê h’esavkirinê wê bive 80 km.

Þimal-ce’nûb wê çi behave, k’engê wê hazirve? cava pirsa hila hê t’ine. R’ûniþtineke h’ökömetêda serekwezîr da k’ivþê, wekî seva her t’enê p’ara Sîsîan-K’acaran çend sed mîlîon dolar lazimin. P’ara Þimal-ce’nûbêye ce’nûbê isa jî seva t’ivdîra berfirekirina zincîra Ermenîstanêye logîstîke dine ferze. Îcar gilî- derheqa xevtandina t’erefê r’eþayê, xeta h’esinî, cînaraye avêdaye.

Vahan K’êrobyan Wezîrê CE-î ÿkonomîkayê

Ij gemîstana  Hindistanêye Mûmbayê h’eylo Sankt Pêtêrbûrgê yan h’eylo Avropayê, wekî çiqasî îht’îmale em lezbûna mezin bidine wê r’ê, çimkî wê r’êda kirina barcîgöhastinê ÿp’êce dirêj dik’þîne û niha k’oma meye xevavtê heye, serk’arîyêî k’îjanê wek’îlê meyî t’öcarîyêyî Îranêda dike. Em wî t’erefîda dixevtin, wekî em wê maweyê bigihînne ya lape hindik,  k’îjanêda bar ij Mûmbayê yan Dûbayê wê bigihîje Var’nayê yan T’Û.

Gilî derheqa t’ivdîra de’wmeþandinêdaye, Armên Arzûmanyanê dewsgirtîyê wezîrnê ÿkonokîkayê da k’ivþê. Xevtandina cîyê Ermenîstanêyî dinîanîgarîyê- h’emtêk’sta hevva girêdana dinîya, ferzdive. Mûmbay gemîstana Hindistanêye heremezine.

Armên Arzûmanyan Dewsgirtîyê wezîrê CE-êyî ÿkonomîkayê

Heman þaxê Mûmbayêda gihîþtina bi r’ê-dirbê avê wê heve, paþê bi mûltîmodêna bigihîjne Ermjnîstanê,  xevata xweye bi gemîyêye safî û dörist  wê destpêke, delîla bi cedvela çûyîn-hatinê ferze, wekî  ê kö ij vê gemîyê k’arêdik’evin, safî serwextdivin, wekî dikarin barcîgöhastinê xwe bidine plankirinê.

T’ivdîr sirîya hevr’axeverdanê çapikdaye. Bi gilîyê Arzûmanyan- gavê dewletêye pêþdabirina r’iya gemîyêva hinartî hedefa hebûna zincîra diha mezinva mêlbûyîne. H’ökömetê qirarkirîye barcîgöhastinê bi r’iya gemîyê sûbsîdîake, wekî ösûla xeta Ermenîstanêye h’esinî ösûla Avroasîaêye xeta h’esinîva cemve.

Armên Arzûmanyan Dewsgirtîyê wezîrê CE-êyî ÿkonomîkayê

Bînne ber ç’e’vê xwe- nav 3 r’oj- sê r’oj nîvada em bi r’iya avê dikarin bigihîjne devtenga Farisa, ij wira 5-6 r’ojada em dikarin bigiîjne be’ra dinê- be’ra R’eþ, eva idî t’exmîndike, wekî ew eþîya, k’îjan Mûmbayêda wê bêne barkirinê, çendekîda wê bigihîjne Avropayê.

Derheqa mecalê berne’mêr’a lazimda hila hê nayê dengîkirinê, dewsgirtîyê wezîr her t’enê têdinivîse- t’ivdîrê mezin de’wa cema mezin dikin. Bi  qîmetkirina Arzûmanyan- ev t’ivdîra ij Mûmbayê berva Avropayê maweya barcîgöhastina carekêva wê körtke, derdahatinê t’amkirinê isa jî li byûcêya Ermenîstanê wê ewleke.

Armên Arzûmanyan Dewsgirtîyê wezîrê CE-êyî ÿkonomîkayê

Em ij Hindistanê têr’a divînin sivdereke isa bikarvin t’eþkîlkin, wekî bê bigihîje h’eylo devtenga Farisa û ij wira Ermenîstanêva bigihîje çend t’erefa. Bi gihîþtina li Görcistanê ij þimala Ermenîstanê cembûna li r’ê-dirbê görcava her’e berva T’Û, mesele, Sankt-Pêtêrbûrê.

T’emamîya hevlak’arê t’ivdîrê- Hindistan, Îran, Ermenîstann, Görcistan  û Ûr’isêt, mot’acê bi îht’îmalî lez mîaserkirina t’ivdîrêne, Arzûmanyan da bawerkirinê- bi anîna bîr, wekî eva t’ivdîra navbera r’eþayê dêdaye.

Anî Ohanyan, Aþot Xaçatryan, R’omîk Xaçatryan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button