PoliticsTop

Tenê hêzên XEN ewlekariya sînor û sazîyên gumrikê wê nuqteyên derbasbûna sînor kontrol bikin

Meclisa Netewî ya Komera Ermenistanê, pakêta pêşnûmeya qanûnên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine pêşkêşkirin, ku tê de tê pêşbînîkirin ku li deriyên sînorî yên dewletê de prensîba “yek-stop shop” were tetbîqkirin, ango saziyên aboriyê tenê nêzîkî yek pencereyê bibin, wê bi awayekî fizîkî li deriyê sînor bin. Nuqteyên kontrolê – tenê du saziyên dewletê wê kontrol bikin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, pakêta pêşnûmeya qanûnên zêdekirin û guhertinên di qanûna “Derbarê Rêziknameya Gumrikê” de ji aliyê Tsovînar Soxomonyan di rûniştina Meclisa Netewî de hat pêşkêşkirin.

Di pêşnûmeyê de rêzikname tê pêşbînîkirin ku di hin rewşan de wê li ser xalên deriyê sînor yê dewletê bi awayekî demkî organên din yên ku karên kontrolê dikin werin bicihkirin. Mînakî, dibe ku dozek cûda karantîn be.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button