PoliticsTop

Li ser xaka Ermenîstanê rêya mantiqa korîdorê nabe: Bersiva Êrîvanê li sêr daxuyaniya Alîev

Di nav axa Ermenîstanê de rêya mantiqa korîdorê an rêyeke veguheztinê nikare bixebite. Li ser pirsa “Armenpress”ê Sekreterê Konseya Ewlehiya Ermenistanê Armên Grîgoryan ev tişt got

Pirs – Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re ragihand, ku di 22 Gulan de, li Brukselê, aliyan li ser çêkirina korîdorek di nav axa komara Ermenîstanê re, ku avakirina rêhesin û otoban jî tê de, li hev kirin. Hûn ê vê gotinê çawa şîrove bikin?

Bersiv: Helwestên komara Ermenîstanê nehatine guhertin.
Di nav axa Ermenîstanê de rêya mantiqa korîdorê an rêyeke veguheztinê nikare bixebite.Hemû rêkeftinên ku li Brukselê hatine kirin behsa vekirina peywendiyên herêmî dikin, ku min duh jî di bersiva pirsên we de behsa wan kir.Hemû lihevkirinên ku li Brukselê hatine kirin, li gorî daxuyaniyên raya giştî ya nûnerên Ermenîstanê yên berê hatine dayîn. Ji bo cîbicîkirina projeya “Xaçerêyên Ermeniyan” ev mijarên girîng in û hikûmeta Ermenîstanê wê bi berdewamî di vî warî de bimeşe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button