PoliticsTop

Civîna cîgirên serokwezîrên her du welatan li ser sînorê navbera dewleta Ermenîstan û Azerbaycanê pêk hat

Wezareta Derve ya Ermenîstanê ragihand, civîna Cîgirên Serokwezîrên her du welatan li ser sînorê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê pêk hat.

Di çarçoveya cîbicîkirina peymanên di navbera her du welatan de, li ser bingeha talîmatên têkildar, di 24ê Gulana 2022an de, li ser asta xebata hevpar a komîsyonên li ser xêzkirina sînor û ewlehiya sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, civîna yekem ya Cîgirê Serokwezîrê Ermenistanê Mhêr Grigoryan û Cîgirê Serokwezîrê Komara Azerbaycanê Şahîn Mustafayêv li ser sînorê navbera dewleta Ermenîstan û Azerbaycanê pêk hat.

Aliyan amadebûna xwe ji bo karkirina di nava komîsyonên li ser xêzkirin û mijarên din ên pêwendîdar, di nav de ewlehiya sînor, dubare kirin.

Li gel hevdîtinên li ser sînorên navbera dewletan, aliyan li ser girîngbûna bikaranîna platformên cuda ji bo civînên din ên komîsyonan li hev kirin. Bi taybetî jî lihevkirin hat kirin ku civîna duyemîn li Moskovayê û ya sêyemîn jî li Brukselê bê derbaskirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button