All NewsTop

Mîrzoyan û Lavrov li ser avakirina komîsyona sînorkirina Ermenistan-Azerbaycanê gotûbêj kirine

Roja 23ê Gulanê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov re bi telefonê axivîe. Li ser vê yekê “Armenpress” ji Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê hat agahdarkirine.

Di peywendiya telefonî de behsa cîbicîkirina bendên daxuyaniyên sêalî yên 9ê çirya paşîn 2020, 11ê kanûna  paşîn 2021ê û 26ê çirya paşîn 2021an hat kirin.

Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Rûsyayê mijarên têkildarî avakirina komîsyona xêzkirin û ewlekariya sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de gotûbêj kirin. Her wiha amaje bi rakirina blokên aborî û peywendiyên veguhestinê li herêmê kirin.

Wezîr Mîrzoyan helwêsta Ermenistanê ya li ser pêvajoya aştî û îstiqrara herêmê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dupat kir.

Her wiha mijarên têkildarî rojeva dualî û piralî ya hevkariya Ermenî-Rûsyayê hatin gotûbêjkirin, li ser gavên ku ji bo zêdetir xurtkirina peywendiyên hevalbendiyê tên armanckirin, nêrîn hatin guherandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button