All NewsTop

Mhêr Grîgoryan û Anjêî Kasprşîk li ser xebata li ser rakirina bloka veguhastinê ya li herêmê nîqaş dikin

Di 23ê Gulanê de cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan pêşwaziya nûnerê şexsî yê serokê niha yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewrûpayê balyoz Anjêî Kasprşîk  kir. Li ser vê yekê “Armenpress” ji ofîsa cîgirê serokwezîr Mhêr Grîgoryan agahdar dbe.

Di hevdîtinê de geşedanên herêmê û xebatên li ser rakirina blokên hatinûçûnê hatin gotûbêjkirin. Di civînê de behsa çareseriya berfireh a pirsgirêka Qerebaxê hat kirin. Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan tekezî li ser berdewamiya rola Koma Mînsk ya Hevserokatiya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button