All NewsTop

Hûrgiliyên axaftina taybet a Nîkol Paşînyan bi Şarl Mîşêl ra hatine zanîn

Serokwezîr Nikol Pashinyan ku ji bo serdaneke xebatê li Brukselê ye, bi Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl ra axivîe.

Di hevdîtinê de behsa civîna sêalî ya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl û Serokê Komara Azerbaycanê Îlham Alîêv ya ku biryar bû îro were lidarxistin hatîe kirin û li ser dewama diyalogê hatîe gotûbêjkirinê.

Nîkol Paşînyan rewşa li derdora Qerebaxê, mijarên însanî nirxand û bal kişand ser çareserkirina wan.

Serokwezîrê Komara Ermenistanê û Şarl Mîşêl di 14ê Kanûna Pêşîn a sala borî de û herwiha li ser cîbicîkirina rêkeftinên ku di civîna sêalî ya roja 6ê Nîsana îsal de li Brukselê pêk hatin, nêrînên xwe danustandin.

Aliyan hêviya xwe anîn ziman ku hevdîtinên sêalî yên îro bi fêde bin û ji bo aramî û çareseriyeke giştalî ya meseleyê bibe alîkar.

Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl her wiha li ser mijarên rojeva dualî ya Ermenistan-YEyê, bi taybetî pêkanîna pakêta aborî-veberhênana 2,6 mîlyar euroyî ya ku Ewropayê ji bo Ermenistanê ragihandiye, gotûbêj kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button