PoliticsTop

Serokê Meclisa Azerbaycanê bang li welatên OECD kir ku korîdora Zengezûrê bikar bînin

Seroka Meclisa Azerbaycanê Sahiba Gafarova, welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD) vexwend ku “Korîdora Zengezûrê” bikar bînin. Gafarova di her warî de ji bo Civîna Giştî ya III ya Meclisa Parlamenteran a Rêxistina Hevkariya Aborî ya li Bakuyê vexwendineke berfireh kir.

Li gorî wê: “Korîdora Zangezûrê, ku wê li gorî lihevkirinên ku hatine kirin bê vekirin, wê bibe beşeke girîng a korîdora Rojhilat-Rojava û Bakur-Başûr. Hemû welatên Rêxistina Hevkariya Aborî jî dê karibin vê korîdora nû bikar bînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku êw behsa herêma Syunîk a Ermenîstanê dikê, ku Azerbaycan û Tirkiye hewl didin hildin destên xwe.

Pêngavên Gafarova mînaka herî eşkere ya gotineke ermenî ya li ser mişk e, ku di hêlînê de cîh nakê, lê gêzî jî li paş xwe dikişîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button