PoliticsTop

Rûsya civîneke sêalî ya bi Ermenistan û Azerbeycanê re mumkin dibîne: Wezareta Derve ya Rûsyayê

Moskow mimkun dibîne ku civîneke sêalî ya serokên Rûsya, Ermenistan û Azerbeycanê pêk were. Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Andrêy Rudênko derbarê vê yekê de ji TASSê re got.

“Em xebatên sîstematîk ên ji bo bicihanîna peymanên sêalî yên di asta bilind de ku di 9ê Çirya Paşîn 2020an, 11ê Çileya 2021an û 26ê Çirya Paşîn a 2021an da hatin kirin, didomînin.

Rêvebir her tim di nava têkiliyê de ne. Em mumkin dibînin, ku ger hewce hebe, wê hevdîtineke rû bi rû jî were organîzekirin. Sergey Lavrov di 12ê Gulanê de li Duşanbeyê bi hevalên xwe yên Azerbaycanê û Ermenistanê re li ser tevaya mijarên girêdayî asayîkirina peywendiyên navbera Baku û Êrîvanê gotûbêj kir” : got Rudênko

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button