
Wezîrê Petrolê yê Îranê Cawad Ocî diyar kir ku welatê wan amade ye gaza tirkmenan bi sîstema swapê bişîne Ermenîstanê. Li gorî nûçeya Armenpressê, Wezîrê Petrolê yê Îranê ji ajansa Şana ya nûçeyan re axivî û behsa hevdîtina bi Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê yê Ermenîstanê Gnêl Sanosyan re kir.
“Danûstandinên veguhestina gazê ji Turkmenistanê bo Ermenîstanê dest pê kirin û ji ber kapasîteya zêde ya tora gazê ya welêt em ê di demek nêz de encamên baş bi dest bixin. Îro di hevdîtinan de li ser zêdekirina hinartina gaz, berhemên petrokîmyayî û pêşxistina berfireh a peywendiyên dualî lihevkirinên baş hatin kirin”: got Ojî
Cawad Ocî di hevdîtina bi Gnêl Sanosyan re amadebûna Şîrketa Neteweyî ya Gazê ya Îranê ji bo zêdekirina hinartina gazê bo Ermenîstanê re nîşan da.